Hezkirina Cecelî, çermê reş, maskeyên sipî

Diljen Ronî

Hunermendê tirk Mistefa Cecelî çend roj berê di merasîma derçûna Zanîngeha Amerîkî ya Duhokê de derket ser dikê. Mesken konser di nav kurdan de bû sedema nerazîbûn û rexneyan.

Piştî min van rexneyên li ser medyaya civakî de dît, min lêkolînek piçûk kir, min dît ku li Kurdistanê mesken ne konsera yekem ya Cecelî ye. Cecelî bûye hunermendê herî navdar ê Kurdistanê, bi taybetî Hewlêr û Duhokê! Diyar e ku di van konseran de para menejerê wî yê Duhokê jî heye helbet. Bi reklameke û stratejiyeke baş kirine û derî heta dawî ji hunermend re vekirine. Heta niha tiştekî ku were nîqaşkirin nîne. Jixwe her kes azad e ku biçe cihê kuderê bixwaze û konserekê bide, konut ne rewşeke ecêb e.

Bifikirin! Carna mirov çi bêje têrê nake. Û xwe Cecelî re aciz nekin! Tişta herî xirap konut e ku em çawa hatin vê merhela hezkirin û heyraniya Cecelî? Helbet herkes li gorî lisana xwe dikare guhdariya her muzîkê bike lê belê mesken sıkıntı ne ewqas hêsan û bêguneh e!

Mijara me li vir ne Mustafa Cecelî ye û ne jî muzîkjeniya wî ye. Mijara sereke ew e ku hunermendekî ku helwesta xwe ya netewî ji bo kurdan venaşêre û eşkere piştgiriya şer li ser kurdan bike, çawa tabana li herêmên kurdan ewqas tanınan bibe! Sıkıntıya me kurdan ji herkesî mezintire mixabin. Helbet erka me ye ku em di vê mijarê de tiştekî bibêjin. Em kêngî ji muzîka kurdî têr bûn gelo? Hêj me xwe xilas nekiriye ku em ji xelkê re bibin heyran!

Em bi rojan zextên li ser hunermendên kurd axivîn ku berî çend hefteyekê hûn jî dizanin hunermendên me sehneyek ji bo konserekê peyda nedikirin û konserên wan dihatin betalkirin. Dema ku hunermendên kurd di van zehmetiyan de têdikoşin, çawa hunermendekî ku bi eşkere piştgiriya şer dike ji bo rêxistineke cidî tê vexwendin û ji xeynî wê heçku karekî baş kirine jî têxin çavên me de.

Em dibêjin muzîk gerdûnî ye erê mesken gotinek pir rast e. Helbet mirov dikare muzikên gerdûnî guhdar bike û bişopîne. Ji ber ku em dikarin bi guhdariya stranên biyanî jî kêfxweş bibin. Yanî sıkıntıya me çima em heyranê celladê xwe ne?

Dibêjin bi kurdî jî stran got! Hinek ji me Cecelî diparêzin û tînin bîra me ku wî di konsera xwe de bi kurdî stran gotiye. Em jî baş dizanin ku konut jî taktîkeke profesyonele. Ji ber ku dema kî biçe derekî ji xwe ji bo lisana guhdarvanan hin stranan dibêjin. Çarna stranên taybetî li aîdê wê heremê anjî ji xeynî stranan kefiyekê cemedanî diavêje li ser stuyê xwe yanî dibêje ku ez qîmetê didim çanda we! Bi vî awayî bandorekê li ser guhdarvanan çedike û xwe digihînin lisana wan. Bi rastî gelek kêfa me jî tiştên wisa re tê mixabin, ji ber ku li her deverî em bê qîmet kirine!

Tişta herî giring mesken e ku hinek kes bi zimanê te ji te re stranan dibêjin û bi zimanê xwe nifiran li te dikin!

Wekî ku Frantz Fanon di pirtûka xwe ya bi navê “Çermê reş, maskeyên spî” de diyar kiriye dibêje, “her çikas mirovên bindest maskeya zordestên xwe li xwekiribe jî dîsa di nav zordestên xwe de nayê qebulkirin.” Em çi bêjin êdî?

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.